Li Şehbayê ”Komîteya Şewatan” hat avakirin

Ji bo pêşî li bûyerên şewata zeviyan li kantona Şehbayê bê girtin, “Komîteya Şewatan” hate avakirin.

Her sal dema meswsimê çinîna genim û ceh nêz dibe, Tirkiyê guleyan davêje nava zeviyan û wan dişewitîne.

Ji bo pêşî li vê yekê bê girtin li Şehbayê “Komîteya Şewatan” hat avakirin.

Derbarê vê, hevserokê Beşa Kar û Barên Çandiyê ya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Herêma Efrînê Basim Osman axivî.

Osman da zanîn ku wan hemû alavên pêwîst ji bo rêgirtina li pêşiya şewata zeviyan dane Komîteya ku hatî avakirin.

Her wiha piştrast kir ku komîte amade ye bi şev û roj deveran kontrol bikin da ku rê li pêşiya şewatê bigirin.

Basim Osaman bang li xelkê kir ku bi komîteyê re bibin alîkar û ew jî nobedariyê li ber zeviyên xwe bigirin.

Back to top button