Libnanê…encamên pêşî têkçûyîna hevalbendên Hîzbûllahê nîşan dide

Di nava aloziya siyasî de ku bi salan e dewam dike, doh li Libnanê hilbijartinên parlementoyê pêk hatin.Li gorî encamên pêşî, darbe li Hîzbullah û hevalbendên wê ketiye.

Ji dema hilweşîna aboriyê ve, cara pêşî li Libnanê hilbijartina parlementoyê pêk hat.

Li gorî daneyên wezareta navxweyî, rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 41 bû.

Ji encamên pêşî yên hilbijartinê derket holê ku hevalbendên Hîzbullahê hejmara kursiyên xwe kêm kirine.

Beramberê vê,

Partiya Hêzên Libnanê ku Siûdî piştgiriya wê dike hejmara endamên xwe zêde kirin.

Herî dawî Hîzbullah sala 2018’an ji 128 kursiyên parlementoyê, 71’ê wan bidest xistibûn.

Lê vê carê rewş hate guhertin.

Lewma hevalbendên Hîzbullahê nekarîn serkeftinê bidest bixin.

Bi eşkerekirina encamên dawî yên hilbijartinê, wê pêvajoua sazkirina hukûmetê destpê bike.

Lê ji ber aloziya heyî, tê payîn ku ev yek bi mehan dirêj bike.

Back to top button