Salvegera 25. a komkujiya Hewlêrê

Berî 25 salan weke îro, Pêşmergeyên PDK’ê êrîşî gelek saziyên li Hewlêrê kir û komkujiyek der heqê 83 kesan de pêk anî. Her çiqas 25 sal di ser komkujiyê re derbas bûne, heya niha ti agahiyên zelal li ser çarenûsa termên qurbanan nehatine eşkerekirin.

Hevkariya PDK’ê ya digel dijmin û dagirkeran, ne ji îro û duh ve ye.

Berî 25 salan, 16 Gulana 1997’an, di çarçoveya êrîşeke Tirkiyê ya berfireh a li dijî PKK’ê de, leşkerên Tirk û pêşmergeyên PDK’ê li Hewlêrê bi çekên giran êrîşî baregeha Yekîtiya Neteweya Demokratîk a Kurdistanê, Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamyayê, Yekîtiya Azad a Jinên Kurdistanê, Nexweşxaneya Heyva Sor a ku “gerîlayên birîndar lê dihatin dermankirin”, her wiha Rojnameya Welat û Welatê Rojê kir.

Di encama êrîşê de, 83 kesên birîndar ku di nav de 20 rojnamevan, siyasetmedar û hunermend hebûn, hatin şehîdxistin û windakirin û pêla binçavkirinê bi heman dewam kir.

25 sal derbas dibin, hê jî çarenûsa gelekan nehatiye eşkerekirin.

Li ser vê yekê, Hemesalih Rehîm ku bavê şehîdeke komkujiyê ya bi navê Nahîde ye, ji ajansa Roj News’ê re diyar kir ku wî ji bo çarenûsa wergirtina termê keça xwe, serî li parlemena herêmê û gelek aliyên berpirs daye bê ku ti bersivê wergire.

Hemesalih Rehîm dibêje:

“Em tenê dixwazin ku termên zarokên me radestî me bikin.

Min carekê hewl da ku wefatnameya keça xwe derxim.

polîsên taxa Îskanê ya Hewlêrê ez şandim dadgehê, dadgeran jî rê li ber min girt.”

Li gorî raporteke “Rojnameya Çêtir a jimara 56’an a sala 2011’an, termên beşekî şehîdên komkujiya Hewlêrê li ser rêya Hewlêr-Mexmûrê hatine veşartin.

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Ebdulwehab Ehmed, da xuyakirin ku armanca êrîşkeran, dawîanîna li têkoşîna azadiyê bû.

Ebdulwehab Ehmed anî ziman ku sala 2010’an û 11’an bi armanca zanîna çarenûsa termên zarokên xwe, Komeleya Qurbaniyên Şer hat damezrandin û bi awayek xurt dest bi karkirina li ser vê komkujiyê kir.

Di sala 2012’an de jî Wezareta Karên Hindirîn a Başûrê Kurdistanê di beyanameyekê de fermî îtiraf bi komkujiyê kir û da zanîn ku ti kes ji komkujiyê sax nefelitiye.

Lê Wezaretê cihê ku term lê hatine veşartin eşkere nekir û çawa ev bûyera sosret pêk hatiye jî zelal nekir.

Back to top button