Komîteya Koçberên Serêkaniyê bi daxuyaniyekê bang li Civaka Navneteweyî kir ku projeyên mêtîngeriyê rawestîne.
Li hember plana dewleta Tirk a guhertina demografîk bertekên koçberan zêde dibin.
Îro Komîteya Koçerên Serêkaniyê derbarî Komîseriya NY’yê ya Penaberan a li Qamişlo bûn û giln xwe li cem wan kirin.
Piştî ku derketin komîteyê daxuyaniyek da û têde ev plana dewleta Tirk a qirker şermezar kir.
Komîteyê anî ziman Tirkiyê dixwaze wan herêman tevli axa Tirkiyê bike û dîrok û demografiya wan jî biguhere.
Her wiha siyaseta Tirkiyê bi gaveke bi talûke, polîtîzekirina doza penaberan û bikaranîna wan ji bo hilbijartinan hesiband.
Dawiyê, Komîteyê bang li civaka navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bikin û projeyên mêtîngeriyê rawestînin.