Evîn Cûma: guhertina Demografiyê pilaneke li dijî zagonên navneteweyî ne

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma û çalakvanên siyasî yên Hesekê bertek nîşanî plana dewleta Tirk a guhertina Demografiyê dan. Komîteya Koçberên Serêkaniyê jî bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku van sucan rawestîne. Hat gotin, Tirkiya li dijî zagonên navnetewî tevdigere û bang li gelê herêmê hat kirin ku bibin yek û daxwaz ji NY hat kirin ku bikeve tevgerê.

Li hember plana dewleta Tirk a guhertina demografîya herêmên dagirkirî bertek dewam dikin.

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma û çalakvanên siyasî yên Hesekê û Komîteya Koçberên Serêkaniyê bertek nîşan dan û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku li dijî vê yekê bikeve nava tevgerê.

Evîn Cûma plana Erdogan weke planek li dijî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî bi nav kir.

Evîn Cûma dibêje ev plan wê bihêle ku şer di navbera gelê Sûrî de jî çêbibe

Komîteya koçberên Serê Kaniyê li cem “NY” gilî kir

Komîteya Koçerên Serêkaniyê jî îro li ber deriyê Komîseriya NY’yê ya Penaberan a li Qamişlo derbarê mijarê de daxuyanî da û ev plan şermezar kir.

Komîteyê anî ziman ku Tirkiya dixwaze wan herêman tevlî axa Tirkiyê bike û dîrok û demografiya herêmê jî biguhere.

Komîteyê ev siyaseta Tirkiyê weke gaveke xeter, polîtîzekirina doza penaberan û bikaranîna wan ji bo hilbijartinan bi nav kir.

Komîteyê bang li civaka navneteweyî kir ku demildest destwerdanê bikin û projeyên mêtîngeriyê rawestînin.

Siyasetvan: Divê gelên herêmê li dijî planan yekîtiya xwe ava bikin

Çalakgerê siyasî Xedîf El-Dexîm jî diyar kir ku dewleta Tirk bi vê planê dixwaze demografiya herêmê biguhere û got: “Dixwaze vê mijarê jî di hilbijartinan de bi kar bîne û fitneyê di navbera gelê Sûrî de derxe.”

Çalakgera jin a li Hesekê Mûna Hemaş jî anî ziman ku divê hemû pêkhate li hember van planan hevgirtina xwe ava bikin.

Back to top button