Kongra Star : Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên Hewlêrê avakirina yekîtiyê ye

Kongra Star bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Hewlêrê bi bîr anîn. Kongra Star got: “Hevkariya PDK’ê ya îro berdewama komkujiya Hewlêrê ye. Ji bo ku hesabê komkujiyê were xwestin, divê îro têkoşîn li hemberî xayintiyê were bilindkirin.”

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî komkujiya Hewlêrê bi bîr anî.

Kongra Star diyar kir ku bi boneya 25’emîn salvegera komkujiya Hewlêrê em carek din perpirsên vê komkujiyê şermezar dikin û şêhîdên vê komkujiyê, bi bîr tînin û got:

Pêvajoya ku komkujiya Hewlêrê pêk hatiye, ne ji rêzê bû û pir jî dişibe roja me ya îro.

Di vê rojê de li ser gelek navendên tevgera azadiyê ya Kurdistanê êrişên çekdarî, bi çekên giran hatin pêk anîn.

Di nav de bi dehan gerîlayên birîndar ku tedawî didîtin û dostên PKK’ê bi destê PDK hatin şehîdxistin.

Di dewama daxuyaniyê de hate zanîn ku ev komkujî wek peleke reş, wek şermeke mezin derbasî dîroka nûjen a Kurdistanê bûye û wiha anî ziman:

Ruxmî ku 25 sal di ser vê komkujiyê re derbas bûne, berpirsyarên vê rûreşiyê hîn jî lêborîn nexwestin, hesabê komkujiyê nedane û termê şehîdan teslîm nekirine.

Çawa ku PDK beriya 25 salan şirîkiya dewleta Tirk a dagirker kiriye, îro jî heman rolê dilîze.

Di êrişên dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê, li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li aliyê dijminê gelê Kurd cihê xwe digire.

Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de got: Ji bo ku hesabê komkujiyê were xwestin, divê îro têkoşîn li hemberî xayintiyê were bilindkirin.

Back to top button