Meclisa Şehbayê plana dewleta Tirk a mêtingeriyê şermezarkir

Bertekên gelên herêmê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û planên guhertina demografiya herêmê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de li Şehba, Minbic û Dirbêsiyê çalakî hatin lidarxistin û daxuyanî hatin dayîn.

Dewleta Tirk ya dagirker ya demografya herêmên dagirkirî diguhere niha li derdora herêmên dagirkirî jî dîwaran ava dike û dixwaze tevlî xaka xwe bike.

Li dijî vê plana mêtingeriyê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bertek nîşan didin.

Di vê çarçoveyê de, îro Meclisa kantona Şehbayê daxuyanî da.

Meclisê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze herêmên dagirkirî weke Lîwa’i Iskenderûn tevlî xaka xwe bike.

Her wiha Meclisê bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî planên delweta Tirk yên mîtingeriyê bisekinin.

Meclisa Girê Spî projeyên mêtîngeriyê ên dewleta Tirk şermezarkir

Komîteyên Meclisên Kantona Girê Spî û Navçeya Eyn Îsa jî li ser plan û projeyên dewleta Tirk yên mêtingeriyê daxuyaniyek da û ev plan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin bicihkirina koçberan li herêmên dagirkirî yek ji polîtîkayên dewleta Tirk yên dagirkirina hemû xaka Sûriyê ye.

Komîteyan bang li civata navneteweyî û hêzên gerantor kirin ku vê projeyê rawestînin û garantiya vegera bi ewle ya koçberan bidin.

Li dijî êrişan û hevkariya PDK li dirbêsiyê çalakiya konvedanê hate destpêkirin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a navçeya Dirbêsiyê jî li dijî êrişên artêşa Tirk û PDK`ê yên li ser başûr çalakiya konvedanê dan destpêkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser başûr û îxaneta PDK’ê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê hat silav kirin.

Çalakî wê heta 5 rojan dewam bike û şêniyên Hesekê, Til Temir, Hol, Şedadê û Zirganê jî nobetê bigirin.

Back to top button