HPG: DEWLETA TIRK DIXWAZE ÇAVÊ GEL BITIRSÎNE

Navneda Ragihandina HPG’ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk li ser başurê Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, Hedef girtina herêmên sivîl parçeyek ji plana dagirkeriya Tirk e.
Ev yek jî ji bo gel mina Şêladizê li dijî dagirkeriyê ne rabe, hewlên çavtirsandinê ne.

Navenda Ragihandin û çapemenî ya HPG’ê têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka başurê Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir, dewleta Tirk a dagirker li dijî destketiyên gelê Kurd dest bi êrîşên nû kiriye û wiha got:

“Ev êrîşên hovanê, hewl dide tevahiya Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Dewleta dagirker bi piştgiriya teknîkî bi zanebûn bombeyan li qadên mirovên me yên sivîl dibarîne.

Yek ji van êrîşan 12’ê Hezîranê li navçeya Amediyê ya Duhokê hate kirin.

Ji ber bombebaranê hin sivîl birîndar bûn”.

HPG’ê ragihand ku dewleta Tirk bi zanebûn êrîşî cih û warê sivîlan dike û wiha dibêje:

“Dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze Başûrê Kurdistanê bi temamî dagir bike, ji bo nehêle ku gelê herêmê bi ruhê Şeladizê li dijî dagirkeriyê li ber xwe bide û çavê gel bitirsîne, van êrîşan dike”.

Navenda Ragihandina HPG’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van êrîşan hêzên Gerîla dike hincet.

“Ev zîhniyet berê jî gelek mirovên me yên sivîl qetil kir, vê êrîşê weke ku li dijî gerîla ye nîşan dide.

Li deverên ku qala wan tê kirin ti hewldan û tevgereke gerîlayên me nîne.

Bombekirina benzînxaneyê û rêyên bingehîn gelo ne êrîşeke bi zanebûn e?

Bi polîtîkaya tirsandinê dixwaze çavê gelê Başûrê Kurdistanê bitirsîne”.

Navneda Raghandin û Çapemenî ya HPG’ê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir:

“Li dijî van êrîşan divê çar parçeyên Kurdistanê bibin yek û li hemberî êrîşkariyê têbikoşin.”

Leave a Reply

Back to top button