Dizan 2 kes li Qamişlo kuştin… Asayîş dest bi lêkolînê kiriye

Ev demeke li Qamişlo dizî zêde bûye. Doh herî dawî li gundê Birko û bajarê Qamişlo ji bo diziyê êrişê dû malbatan kirin û 2 kes kuştin. Li ser vê bûyerê hêzên Asayîşê daxuyaniyek dan

Êdî kes nikare deriyê xwe li cîranê xwe jî veke..

Tirs ketiye dilê xelkên bajarê Qamişlo.. Ji ber diziyê, bûyerên kuştinê rû didin.

Doh li gundê Birko yê girêdayî bajarê Qamişlo ji ber diziyê 2 kes hatin kuştin..

Welatiyê bi navê Yehya Elî dema li gund ew û şivanê xwe li mala xwe bû ji aliyên du kesên li bi rêka motorê hatinê mala wî û di encam de yehya yê bavê 4 zarokan bi kêran tê kuştin.

Kesên diz dema Yehya dikujin, çek û perê wî dizîn û reviyan.

Heman şevê li bajarê Qamişlo hin kes li deriyê mala Ebdûl Xanî dixin li gor xizmên Ebdul xanî bûyer di saet 2’ê şevê de rû dide.

Ebdûl Xanî li ber çavê xizmên xwe bi kêran tê kuştin.

Birayê Yihya Elî ji televziyona me re bûyer got û ev tişt anîn ziman:

Her wiha birayê Ebdûl Xanî jî li ser bûyera kuştina birayê xwe weha got:

Asayişa Qamişlo: Divê gel bişev deriyên xwe ji kesên nenas re venekin

Têkildarî vê bûyerê Ekrem Enter yek ji rêveberiya Asayişa Qamişlo ji televziyona mere axivî û diyar kir ku wan lêpirsin derbarê bûyerê de dane depêkirin.

“Ekrem Enter bang li hemû şêniyên li herêmê kir ku bişev deriyên xwe ji kesên ne-nas re venekin”

Back to top button