Jineke ji hêzên Rûsyayê re dibêje hûn di êrişên li ser Kobanê de hevkarin

Li gundewarê rojavayê yê Kobanê jinekê banzêrên leşkerî ya Rûsyayê asteng kir û got:
“Hûn di êrişên Tirkiyê de hevkar in.”

Hêzên Rûsyayê û artêşa Tirk a dagirker dewriyeyeke hevbeş pêk anî, derbasî gundê Aşma yê rojavayê Kobanê bû, berê xwe dan gundê Zormixare.

Beriya ku dewriyeya hevbeş li gundê Aşma destpê bikee, jina bi navê Zuleyxa Ebdî ku panzêr asteng kir.

Zuleyxa dibêje :

“Tevî ku xaka me dagir kiriye, her roj me topbaran dikin.

Li vir hêzên leşkerî tune.

Çima me topbaran dikin, nahêlin em erdên xwe av bidin.”

Zuleyxa dawiyê tekez kir ku dixwazin me koçber bikin, em xaka xwe ji kesî re nahêlin.

Back to top button