Asayîşa Qamişlo: Divê gel bi şev deriyên xwe ji kesên nenas re venekin

Ev demeke li Qamişlo dizî zêde bûye.
Doh herî dawî li gundê Birko û bajarê Qamişlo ji bo diziyê êrişê dû malbatan kirin û 2 kes kuştin.
Li ser vê bûyerê hêzên Asayîşê daxuyaniyek dan

Di van rojan de, hinek kes bi cilên Asayîşê derbasî malên xelkê dibin û van didizin an jî sûcekî derheqê wê malbatê de dikin.

Ji ber vê çendê xelkê bajarê Qamişlo bi taybet, bi şev bi tirs deriyên malên xwe ji hev re vedikin.

Bi taybet piştî rûdana hinek bûyeran, çarçoveya vê tirsê hîn zêdetir bûye.

Asayîşa Qamişlo jî têkildarî vê mijarê hişyariyan dide xelkê ku eger rewşên bi guman dîtin, yekser agahiyan bidin asayîşê.

Asayîş dibêje ku ew bêyî destûra dozgeriyê derbasî tu malekê nabin, û eger kesine bê destûr hatine, divê xelkê rê nedin wan.

Asayîşa Qamişlo: Hêzên fermî yên Asayîşê bê destûr derbasî malan nabin

Piştî rûdana van bûyeran, êdî gelek gotegot li nava herêmê belav dibin.

Agahiyên ne rast û nûçeyên ku tirsê li nava welatiyan peyda dike, gelek li ser medya civakî têne belavkirin.

Back to top button