“Têkilî ji her demê baştire”

Di nava salên dawiyê de, Waşîngton û Atîna peymanên nû îmze dike.
Serokê DYA Biden li Koşka Spî pêşwazî li Serokwezîrê Yewnanîstanê Mitsotakis kir.
Lîderan balkişandin ser dostaniya di têkliyên dualî de û gotin;
Danûstandinên herdû welatan ji her demê baştirin.

Herdu lîderan bi boneya salvegera 201’ê a damezrandina peywendiyên di navbera her du welatan de, teqezî li ser wê yekê kirin ku Amerîka û Yewnanîstan hevpeymanên girîng in.

Kiryakos Mitsotakis di civîna çapemeniyê ya dualî ya li Ofîsa Oval de axivî û got,

“Ez ji bo nirxandina rewşa têkiliyên me yên ku ez ji dil bawer dikim ku gihîştine asta herî bilind, li Amerîkayê me.”

Joe Biden ku bi gotina “ez jî” ev gotin pejirand û wiha got:

“Hevkariya di navbera her du welatan de derketiye asta herî bilind.”

Balkêş bû ku hevdîtina bi Yewnanîstanê ya endamê NATO re, di demekê de pêk hat ku Tirkiye dikare beşdarbûna Swêd û Fînlandiyayê di Pakta Atlantîka Bakur de veto bike.

Back to top button