Roj tune û dewleta Tirk li herêmê êrişan pêk nayne. Îro dîsa dronek Tirkiyê li malekê li Til Rifetê da.
Dronek dewleta Tirk li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê, maleke welatiyan bombebaran kir.
Di encama vê êrişê de ziyanên madî çêbûn.
Hat ragihandin ku mal kêleka yarîgeheke zarokan a li navçeyê ye.
Doh jî artêşa Tirk a qirker 11 gundên Şehbayê bi dijwarî topbaran kir, li vir jî 2 leşkerên Hikumeta Şamê jî birîndar bûn.