“Lîderên cîhanê sozên ji bo avhwayê dayîn pêk na ênin”

Berjewendî li gel welatên cîhanê yên qaşo pêşengtiyê dikin beriya her tiştî tên.
Hêrsa wan ya zêde, dibe sedema ku li cîhanê berdêlên giran werin dayîn.
Guherîna avhewa jî yek ji sedemên vê yekê yên sereke ne.
Di civîna Mijdara 2021’an de, xwezaparêzan kêmek ji be bi sozên lîderên cîhanê yên ku wê gaza karbûn ya dişênin cîhanê kêm bikin keyfxweş bûbûn.
Lê Sharmay yê serokatiya wê civînê kirî jî dibêje, lîderan sozên xwe pêk ne anîne.
Û ew soz tenê di gotin de mane.

Alok Sharmayê ku serokatiya 26. Konferansa Guhertina Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP26) ku par hat lidarxistin kirî, piştî 6 meh an nirxandinek kir.

Sharma got lîderên cîhanê armancên xwe yên avhewayê pêk naynin.

Di lûtkeya ku li Glasgow a Skoçyayê de lîderên cîhanê hatin cem hev, peymanek ku li dijî krîza avhewayê rêze tedbîran tê de cih girt hat îmzekirin.

Di peymanê de biryarên girîng hatin stendin.

Wek girêdana qutkirina komir, vekolînek birêkûpêk a planên kêmkirina gazê û bêtir piştgirîya darayî ji bo welatên pêşketî.

Sharma yê pêşveçûna welatan piştî lûtkeyê nirxandî wiha got:

“Divê kar bi bilez bê kirin.

Ji ber ger wiha nebe mirovahî dê zirarek mezin bide xwe.

“Rêberên cîhanê armancên avhewayê yên li Glasgowê bi cih nayînin û divê ev yek di zûtirîn dem de were guhertin.

Pêwîste her welat zûtir lezê bide xebatên xwe.”

Sharma bi domdarî ev tişt anî ziman:

“Ji bo nehiştina krîza avhewayê dem diqede û encamên wê jixwe felaket in.

Pêwîst e hemû rêberên cîhanê îspat bikin ku sozên wan ne vala ne û bi cih bînin.”

Sharma diyar kir ku krîza avhewayê bi êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ji sernavê derket û got,

“Ji bo bicihanîna peymana li Glasgowê ya li ser hatiye lihevkirin, divê gavên bibiryartir bên avêtin.”

Civîna bilind a COP26 a ku li Glasgowê hat lidarxistin, bi armanca germahiya global di asta 1,5 pileyî de were sînordarkirin û di vê mijarê de serokên cîhanê bên cem hev, hat lidarxistin.

Li gorî rapora herî dawî ya Panela Guhertina Avhewayê ya Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (IPCC), ger peymanên li Glasgowê pêk neyên, cîhan vê sedsalê 3,2 pileyî germ dibe.

Zanyaran tekez dikin ku ev yek wê bibe sedema “pêlên germê yên nedîtî, bahoz û kêmbûna avê ya dijwar.”

Pispor diyar dikin ku ji bo pêşîgirtina li vê yekê divê herî dereng heta sala 2025’an belavkirina karbonê bigihêje lûtkeya xwe.

Back to top button