Ji kargeha Azovstal 260 leşkerên Ukrayna hatin derxistin

Di roja 84’an a şerê li Ukrayna, Moskow hîna li armancên xwe digere.
53 jê giran 260 leşkerên Ukraynayê, ji kargeha pola ya Azovstal a li Mariupolê hatin derxistin.
Ukrayna dixwaze van leşkeran bi girtiyên Rûsya biguhere.
Lê tevî van bi sedan leşkerên din hîna li kargehê ne.

Piştî dorpêça bi hefteyan, 260 leşkerên Ukraynayê ji kargeha hesin û pola Azovstal a li Mariupolê hatin derxistin.

Li gor daxuyaniya Serfermandariya Giştî ya Ukraynayê li ser Facebookê, 53 jê giran 260 leşkerên Ukrayna birine herêmeke dibin kontrola hêzên Rûsya de.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Ukraynayê yên li vir di çarçoveya pevguhertina girtiyan a bi Rûsyayê re dê bên berdan.

Hat destnîşankirin ku xebatên ji bo tehliyekirina leşkerên din ên ku beşdarî parastina kargeha hesin û pola ya Azovstalê bûne dewam dikin.

Li gorî çavkaniyên Ukraynayê, 600 ji wan birîdar hîn jî nêzî hezar leşkerên Ukraynayê li kargehê hene.

Alîkara Wezîrê Parastinê ya Ûkraynayê Hanna Maljar di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi saya leşkerên ku Mariupolê diparêzin, ji bo leşker ji nûve bên komkirin û ji bo gihandina alîkariya navneteweyî demeke krîtîk hat bidestxistin.

Alîkarê wezîr got,

“Niha ya herî girîng parastina canê parêzvanên Mariupolê ye.”

Hat diyarkirin ku birîndarên giran ji bo dermankirinê birin bajarê Novoazovskê ku di bin kontrola cudaxwazên alîgirên Rûsyayê de ye.

Leşkerên mayî jî sewqî Olenivkayê kirin.

Rûsya ji bo derxistin birîndaran ji azovstalê agirbest ragihandibû

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê doh roja Duşemê ji bo derxistina leşkerên Ukraynayê yên birîndar ji kargeha pola ya li Mariupolê agirbest ragihand.

Moskow ragihand ku di nav van derxistinan de saziyên tenduristiyê yên li Novoazovsk jî hene.

Zelensky: Pêdiviya me bi lehengên zindî heye

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di axaftina xwe ya rojane ya vîdeoyê de diyar kir ku ew girîngiyeke mezin didin rizgarkirina leşkerên li Marîupolê û got,

“Pêdiviya Ukraynayê bi lehengên xwe yên zindî heye.

Ev rêgeza me ye.”

Kargeha pola ya li Mariupolê wekî keleha dawî ya artêşa Ukraynayê li herêmê tê pênasekirin.

Ji ber stratejiya bajar ya ji bo herêmê, hêzên Ukrayna naxwazin dest ji kargehê berdin.

Ji bilî rayedarên Ukraynayê, Xaça Sor a Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) beşdarî derxistina leşkeran ji kargeha pola bûn.

Back to top button