Cara yekê li Qeladizê ya başûrê Kurdistanê Mihrîcana siwariyê hate lidarxistin.
Hesp bi zînan hatin xemilandin û hatin nîşandan.
50 siwar ji herêmên cuda beşdarî mihrîcanê bûn.
Yek ji amadekarê festîvalê Emer Sabîr derbarê mihrîcanê de got:
“Cara yekeme li Qeladizê ev mihrîcanl tê lidarxistin.”
Welatiyê bi navê Rêbwar Hesen jî got ku divê gel girîngiyê bidin hespan. Divê mihrîcanên mezin were lidarxistin.