HPG: Li Zap, Avaşîn û Xakurkê 24 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên Azadiyê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê gelek çalakî pêk anîn. HPG’ê ragihand li herêmên Zap, Avaşîn û Xakurkê 24 leşkerên Tirk yên dagirker hatine kuştin û gelek çek û çeperên dagirekran hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk ya dagirker û berxwedana gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG diyar kir tîmên gerîla yên gerok li dijî dagirkeran çalakiyên bi bandor pêk anîne û wiha got,

“Ev çalakiyên ku hêzên me bi taktîkên gerîlatiya dewlemend, bi ruhekî fedayî û bi serketî kirin, di şexsê fermandarê me yê nemir Heqî Karer de ji bo bîranîna şehîdên me yên meha Gulanê yên Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê hatin lidarxistin.”

HPG’ê derbarê çalakiyan de ev agahî parve kir: “16’ê Gulanê li qada Werxelê ya herêma Avaşînê hêzên me li dagirkeran xistin. Li ser vê yekê dagirkeran çeperên xwe hiştin û reviyan. Li vê derê sîstemeke mobesse hat rûxandin.

Heman rojê dîsa li Qada Werxelê li dijî dagirkerên ku bi çekên kîmyewî û teqemeniyan qad bombebarankirin, ji du baskan ve çalakî hatin kirin.

Di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin û gelek çek û çeperên dagirkeran hatin rûxandin.

15’ê Gulanê li Girê Şehîd Cûdî yê qada Karker ya herêma Zapê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

16’ê Gulanê li dijî dagirkerên li qada Kurojaro ji sê aliyan ve çalakî hatin lidarxistin. Di van çalakiyên koordîneyî de 6 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

Heman rojê li dijî du çeperên dagirkerên li Girê Mamreşo ya qada Kurojaro çalakî hatin kiriin. Di van çalakiyan de jî 3 dagirker hatin cezakirin û çeperek hate rûxandin.

Dîsa heman rojê hêzên me ji du aliyan ve li dagirkerên li doro çeperên şer yên Girê Ortê ya li qada Karker xistin. Di vê çalakiya koordîneyî ya hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin, du çadirên dagirkeran û droneke bombebarkirî hatin rûxandin.

16’ê Gulanê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Axîn yê herêma Xakurkê hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran çalakî pêk anîn. Di vê vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.

10’ê Gulanê hêzên bi çekên giran li nîzamîyeya qereqola Sîrê ya artêşa Tirk a dagirker ya li başûrê Kurdistanê xistin.
Di encama vê çalakiyê de 4 dagirker hatin cezakirin.”

Her wiha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 15, 16 û 17’ê Gulanê artêşa Tirk ya dagirker herêmên Metîna û Zapê bi balafirên şer, helîkopteran û hawanan bombebarankirin.

Back to top button