Li Qamişlo û Amûdê xebatên serjimariyê pêk tên

Piştî ku xebatên serjimariyê li herêma Dêrikê û hin navçeyên Qamişlo bi dawî bûn, îro li navenda bajarê Qamişlo û Amûdê jî, ev xebat hat destpêkirin.
Hevseroka Nivîsgeha serjimariyê ya Herêma Cizîrê bang li gel kir ku bi kesên serjimariyê pêk tînin re bibin alîkar.

Rêveberiya Xweser, ji ber sedemên girêdayî projeyên geşkirinê, dest bi herjmartina nifûsa herêmê kiriye.

Li gorî serjimariyê hurguliyên bingehîn ên têkildarî niştecihan û avahiyan tê amadekirin, ev yek jî dê di pêkanîna planên geşkirinê de were bikaranîn.

Her wiha agahiyên têkildarî demografiyê, civakê, aborî, pîşesazî, tenduristî û xizmetguzariyê tên komkirin, da ku li gorî wê pêdiviyên şêniyan bên peydakirin.

Piştî ku Nivîsgeha Serjimariyê li herêma Dêrikê û navçeyên kantona Qamişloyê xebatên serjimariyê bi dawî kirin, îro li navenda bajarê Qamişlo û Amûdê jî ev xebat bi tevlêbûna 600 mamosteyên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê tevî komîn û meclisan, dest pê kir.

Hevseroka Nivîsgeha serjimariyê ya Herêma Cizîrê Bûşra Şêxê bang li gel kir ku ji bo ku ev xebat bi serkeftî derbas bibe, bi kesên serjimariyê dikin re, bibin alîkar.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, xebatên serjimariyê 26’ê Nîsanê ji herêma Koçerat a Dêrikê dest pê kir.

Di 7’ê Gulanê de jî serjimarî li navenda navçeya Dêrikê, herêma Beravê û navçeyên Til Koçer, Çilaxa û Girkê Legê, navçeyên Tirbespiyê, Til Hemîs û Til Birak ên girêdayî kantona Qamişloyê pêk hatin.

Xebatên serjimariyê wê li Qamişlo û Amûdê jî heta 2 rojan dewam bikin.

Back to top button