Koçberên Girê Spî: Guhertina demografiya herêmên me rawestînin

Li dijî planên mêtingiriyê û guhertina demografiya herêmên dagirkirî nerazîbûnên gelên herêmê zêde dibin.
Koçberên herêmên dagirkirî bang li civaka navneteweyî kirin ku projeyên mêtingeriyê ên li herêmên dagirkirî rawestînin.

Li dijî plan û projeyên mêtingeriyê yên dewleta Tirk ku li herêmên dagirkirî pêk tînin, bertek zêde dibin.

Her wiha îro jî koçberên Girê Spî li dijî guhertina demografiya herêmê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku dewleta Tirk ji vê planê armanc dike ku di navbera gelê Sûriyê fitneyê derxîne û hate gotin:

“Divê penaberan ji propagandên dewleta Tirk neyên xapandin.”

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî û Komkara Erebî hat kirin ku alîkariyê nedin Tirkiyê û projeyên mêtingeriyê rewestînin.

Koçberên Serêkaniyê: Em xwediyê vê xakê ne û em ê lê vegerin

Her wiha, koçberên Serêkaniyê jî li dijî siyaseta mîtingeriyê hewlest nîşandan..

Koçberan diyarkirin ku dewleta Tirk diwaze warê wan wêran û talan bike û wiha hate gotin:

“Em xwediyê xaka xwe ne, Em ê li xaka xwe vegerin.”

Back to top button