Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê di roja duyem de bi dawî bû

Çalakiyên li dijî êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê dewam dikin. Li Dirbêsiyê û Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla konê çalkiyê hate vedan. Di çalakiyan de hate gotin tenê bi berxwedana gerîla wê destketiyên Kurdan bên parastin û peyama piştgiriyê û bilindkirina têkoşînê hate dayîn.

Li dijî êrişên deweleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser başûrê Kurdistanê, hêrsa gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe.

Çalakiya konvedanê ya ku Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya berxwedana gerîla li Dirbêsiyê hatiye destpêkirin, di roja duyem de bi dawî bû.

Endamên Malbatên Şehîdan, ciwanên şoreger û endamên rêxistinên jinan serdana konê çalakiyê kir.

Di çalakiya îro de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dirbêsiyê Foza Yûsiv axivî û bal kişand li ser berxwedan gerîla ya ji bo parastina destkeftiyên Kurdan.

Ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya berxwedana gerîla konê çalakiyê veda

Yekîtiya Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê ji bo şermezarkirina êrişan û piştgiriya berxwedana gerîla konê çalakiyê li navçeya Şêranê veda.

Endamên Kongra Star û Navenda Çand û Hunerê serdana konê çalakiyê kirin.

Çalakî bi daxuyaniya ciwanan dest pê kir.

Di daxyaniya de bang li ciwanan hate kirin li dijî êrişan serferber bin, her wiha bang li gelê Kurd hate kirin ku li dijî dagirkerî û xiyanetê rabin.

Çalakiya konvedanê sibe bi dawî dibe.

Back to top button