15’Ê HIZÊRANÊ SALVEGERA RIZARKIRINA BAJARÊ GIRÊ SPÎ

Di 15 Hizêrana 2015’an perda reş a li ser rûyê Bajarê Girê Spî hat rûxandin.

Weke îro di sala 2015’an de şervanên YPG û YPJ’ê berê xwe da Girê Spî û herêm ji qirêja terorê rizgar kir.

Beriya dîroka 15′ Hizêranê bajarê Girê Spî yê herêma Firatê ji paşguhkirinê veguherî navenda bi hezaran terorîstên ji gelek deverên cîhanê hatine.

Mîrateya şaristaniyê talan kirin û dîroka bi sedan salan a jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan derbe kirin.

Di 15′ Hizêran 2015’an de şervanên YPG û YPJ’ê ji herêmên Serêkaniyê û Kobanê berê xwe da Girê Spî û herêm rizgar kir.

Ev 4 sal e Girê Spî hatiye rizgarkirin û di bin banê Rêveberiya Xweser de bûye modeleke jiyana hevbeş û aştiya navxweyî.

Îro roj jî jiyana hevbeş û biratiya gelan li vî bajarê dêrîn serwer e û li dijî hemû gefên derve li ber xwe dide û li ser lingên xwe sekinî ye.

Bi vê boneyê îro dê şahiya salvegera rizgarkirina bajêr were lidarxisitn.

Leave a Reply

Back to top button