Bi dehan şêniyên Şedadê û endamên saziyên leşkerî û sivîl cenazeyê şehîd Ehmed Hesen El-Rehîm yê şervanê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê spart axê.
Li goristanê li ser navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê yek ji fermandarên meclisê Seîd El-Elî sersaxi ji malbatê xwest û got: “Berxwedana şêniyên herêmê têra têkbirina dagirker, çete û rizgarkirina xakê dike.”
Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulmecîd Etiye jî got: “Em çiqas li ser lehengiya şehîdan biaxivin, em nikarin mafên wan bidinê. Lê em dikarin ji fedekariyên wan re wefedar bin û destekfiyên wan biparêzin.”
Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.
Şehîd bi diruşm û tilîliyên dayikan hate oxirkirin.