Dagirkeran êrişî gundên Eyn Îsayê kir, 5 kes birîndar bûn

Artêşa Tirk bi awayekî bêserûber gundên rojhilat û rojavayê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin, di encamê de 5 welatî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên duh derengî şevê gundê Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 yên rojavayê Eyn Îsayê topbaran kirin.

Hemwextî wê gundên Cehbel, Fatsê, Sikêro, Xwaringeha Nexîl û depoyên li rojhilatê navçeyê bi çekên giran rastî êrişan hatin.

Gundên navborî berêvarkî jî bûn hedefa êrişan.

Di encama êrîşan de li gundê Mezra Qertaç a Eyn Îsa 4 jê zarok, 5 welatî birîndar bûn.

Back to top button