Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe rojane êrişî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dikin. Di encama êrişa li ser Eyn Îsa de, dayikek û 4 zarokên xwe birîndar bûn.. Dagirkeran gundên Kobanê jî topbaran kirin
Dewleta Tirk a dagirker di rojên dawî de êrişên xwe yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dijwartir kirin e..
Navenda Ragihandina QSD’ê ragihand ku dewleta Tirk bi topavêjan mezreya Qirtac a Başûrê Eyn Îsayê topbaran kiriye û di encamê de jinek û 4 zarok birîndar bûne…
Li gorî navenda QSD’ê, birîna hinek ji zarokan girane…
Hat ragihandin, kesên birîndar rakirine nexweşxana Wetenî ya bajarê Reqqayê û hemû ji heman malbatê ne û navên wan wiha ne:
Menhel Elî El-Hemûd (9), Ezra Elî El-Hemûd (10), Ketala Elî El-Hemûd (6), Hayil Elî El-Hemûd (12).
Û Neîma El-Midehî.
Dayika zarokên birîndar derbarê topbaranê de wiha dibêje:
“Em li gundê Qirtac di bin kon de bûn. Me dengê teqînan bihîst, em ji kon derketin û revîn çolê. Lê dema em direviyan, topek li min û zarokên min ket.
Gunehê me çi ye ku wiha bi hovane êrişî me dikin? Me çi kiriye?
Dagirkeran her wiha 4 gund, kampa Eyn Îsa û rêya M4 jî bi dijwarî dan ber topan.
Gundên Zormixar û Şêxlera Jorîn ên Kobanê hatin topbarankirin
Îro piştî Nîvro jî dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî gundên Kobanê yên rojava kirin…
Li gorî agahiyan, gundên Zor Mixar û Şêxlera Jorîn bi çekên giran hatin topbaran kirin..
Artêşa Tirk ev topbaran ji baregeha ser sînor a Qirqamîşê ku li rex bajarê Cerablûsa dagirkirî ye, pêk anîn.