Cotkarên Eyn Îsa: Em ê nobetê li ber zeviyên xwe bikin

Cotkarên gundên Eyn Îsayê ji bo parastina zeviyên xwe ji şewatê dest bi nobetê kirin.

Bi nêzîkbûna mewsimê çinînê re tirsa xelkê ji topbrana Tirkiyê zêdetir bûye.

Ji ber ku zeviyên wan nêzî eniyên şer in û rojane ew dever tên topbarankirin.

Cotkarên gundên Rojhilatê Eyn Îsayê ji bo zû agir vemirînin dest bi nobetê kirin.

Cotkarê Newaf El-Xeswan ê ji gundê Mişêrfê ku wî jî dest bi nobetê kirî wiha dibêje:

“Çandinî çavakniya me ya yekane ye. Ji bo başbûna zeviyan me îsal gelek pere xerc kir.

Zeviyên me bi xeteriya şewatê re rû bi rû ne.

Ji ber rojane top bi ser herêmên me de dibarin û dibe ku şewat çêbibe.”

El-Xeswan anî ziman ku ew ê li hember vê rewşê bê kar nemîne û got:

”Me biryar da ku em nobetê li ber zeviyên xwe bikin, da ku karîbûn bi lez vemirînin.

Back to top button