Salih Muslim: Dixwazin demografiya herêmê biguherin

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim, Sekretêrê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertin a Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl, û Hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etê bertek nîşanî pilanên dewleta Tirk ên herêmên dagirkirî dan.
Hat diyar kirin ku armanca dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê û perçkirina Sûriyê ye.

Bicihkirina milyonek penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî û guhertina demografiya herêmê, rastî bertekan tê.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim li ser mijarê axivî û diyar kir ku armanca Tirkiyê guhertina demografiya herêmê ye.

Muslim got:

“Li Bab, Cerablûs, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi êrişên dagirkeriyê, bi sed hezaran Kurd dan koçberkirin.

Plana wan ev e ku bi şer Kurdan qir bikin, bidin koçkirin û li qadên dagirkirî demografiyê biguherînin.

Tirkiyê ji Xûta, derdora Şamê û Îdlîbê cîhadîstên radîkal ên Ereb û Tirkmen aniye Efrînê û ji bo wan kamp gundan ava dike.

Bi pereyên ku ji Kuwêt, Qatar û saziyên Îxwanê dîstinîn, ji bo guherandina demografiya Efrînê û herêmên din bikar tînin.”

Muslim da xuyakirin ku ew 300 hezar kesên ku Tirkiyê nasnameya Tirkiyê daye wan armanc jê bikaranîna dengê wan di hilbijartinana de ye û yên din jî dê bişînin Sûriyê.

Salih Muslim: Wê berxwedana Kurdan bi ser bikeve

Salih Muslim diyar kir ku li hemberî êrîşan berxwedan wê bi ser bikeve û got:

“Ji xeynî me tu kes ji bo me tiştekî nakin.

Em ê bi parastin û xwerêxistinêkirinê, pilanên Tirkiyê têk bibin.”

“Armanca Tirkiyê perçekirina xaka Sûriyê ye”

Sekretêrê Giştî yê Partiya Pêşxistin û Guhertin a Demokratîk Îbrahîm El-Xelîl diyar kir ku Tirkiye bi rêya çeteyên xwe dixwaze li Sûrî planên xwe yên osmaniya nû pêk bîne.

El-Xelîl anî ziman ku armanc parçekirina welat e û got:

”Tirkiyê Îdia dike ku ew ê herêmek ewle ava bike û penaberan lê vegerîne.

Divê gelê Sûrî bi van lîstokan neyê xepandin, Tirkiye dixwaze herêmê ji hev qut bike.”

Ferîd Etê: Hikûmeta Şamê hevkarê projeyê ye

Têkildarî heman mijarê hevserokê Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser Ferîd Etê jî axivî.

Ferîd Etê destnîşan kir ku destê hikûmeta Şamê di vê proje Tirkiyê ya guhertina demografîk de heye û ev tişt anîn ziman:

“Hikûmeta Şamê bi bêdengiya xwe, hevkarê vê planê ye.

Ew dixwaze penaberên ji Şam, Heleb û Himis, li Bakur û Rojhilatê Sûrî werin bi cih kirin.”

Ferîd Etê bang li Sûriyan, muxalifan û siyasetmedaran kir ku li dijî planên Tirkiye ku diwaze aloziya Sûriyê kûrtir bike, bibin yek.

Back to top button