DIBISTANÊN EFRÎNÊ JI ZIMANÊ KURDÎ BÊPAR IN

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker derbasî hemû beşên jiyanê bûye.

Rêjîma AKP a faşîst hewl dide Kurdayetiya Efrînê ji kokê ve rake.

Mînaka vê yekê jî dibistan in, piştî dagirkirina Efrînê, dewleta Tirk hemû mifredatên Kurdî avêtin û qedexe kirin.

Li şûna wan jî pirtûkên têkildarî hişmendiya Îxwan El-Misilmîn, zimanê Erebî, Ingilîzî û Tirkî hatin ferzkirin.

Zimanê Kurdî jî ku zimanê dayîkê ye, ji dibistanan hat derxistin.

Dewleta Tirk dixwaze bi vê yekê siyaseta Tirkkirinê li Efrînê ferz bike.

DI ENCAMA TOPBARANA LI SER TIL RIF’ETÊ 2 SIVÎL BIRÎNDAR BÛN

Li aliyekî din, dagirkeriya Tirk duh herêma Til Rif’et topbaran kir.

Piştî wê jî topbaran gihaşte gundên Malkiyê û Şewarxa yên Şera.

Çavkaniyên li herêmê gotin ku bi dehan top hatin avêtin.

Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button