Qamişlo…Pêşangeha Pirtûkên Kurdî piştî 3 rojan bi dawî bû

Pêşangeha Yekemîn a Pirtûkên Kurdî ya Qamişlo bi îmzekirina pirtûka nivîskarê nemir Mecîd Xezî bi dawî bû.

Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê 15’ê Gulanê Yekemîn Pêşangeha Pirtûkên Kurdî vekir.

Pêşangeh li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişlo bû û 3 rojan dewam kir.

Dîwana Wêjeyê, Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, Yekitiya Nivîsgehên Kurd li Sûriyê,

Saziya Zimanê Kurdî û zêdetirî 15 Weşanxaneyên li Rojava beşdarî Pêşangehê bûn.

Pêşangeh bi îmzekirina 150 pirtûkên “Peyvên Zêrîn” a nivîskarê nemir Mecîd Xezî bi dawî bû.

Dostê nivîskarê nemir û endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebdurehman Mihemed pirtûk îmze kir.

Di dawiya pêşangehê de endamê Komîteya Amadekar Ebdulmecîd Xelef beşdarên pêşangehê spas kir.

Back to top button