Serokwezîrê Yewnan Mîçotakîs: Divê seferên Tirkiye yên li ser gravên welat rawestin

Serokwezîrê Yewnanîstanê Mîtsotakis bêyî navê ‘Tirkiye’ bêje, li Kongreya DYA’yê peyamek da Enqereyê.
Mîtsotakis ji bo F-16 ên ku DYA dixwaze bifiroşe Tirkiyê hişyarî da û got:
Pirsgirêka Qibrisê ‘birîna Helenîzmê ya bi xwîn e’.
Her wiha Amerîka li rojhilata Deryaya Spî xwedî “berjewendiyên jiyanî ye”.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Mitsotakis bi boneya salvegera 201’ê a damezrandina peywendiyên di navbera Yewnanîstan û DYA de li Waşîngtonê ye.

Piştî hevdîtinên xwe yên li gel Serokê DYA Joe Biden, Micoktakis doh di civîna Senato û Meclisa Nûneran de axivî.

Beşek sereke ya rojeva Micoktakis tevgerên nerawa yên Enqerê bû û bê ku navê Tirkiye bikar bîne wiha got:

“Ez dixwazim bi eşkereyî bibêjim.

Em ê her tevgereke eşkere ya êrîşkar ku serwerî û yekparçebûna axa me binpê dike, di nav de firînên li ser giravên Yewnanîstanê qebûl nakin.

Divê seferên li ser girava Yewnanîstanê rawestin.”

Serokwezîrê Yewnan Mîçotakîs: Li rojhilatê Derya Spî berjewendiyên sereke yên DYA heye

Dihate çaverêkirin ku seferên Tirkiyeyê yên li ser giravên Yewnanîstanê yek ji xalên girîng ên serdana Mîtsotakis a DYAyê be.

Dîsa bêyî ku navê Tirkiyeyê bi kar bîne, Mitsotakis peyam da ku ew li bendê ne li dijî daxwaza Enqereyê ya kirîna balafirên şer ên F-16 û kîtên modernîzekirina F-16an derkeve.

Serokwezîrê Yewnanîstanê ji endamên Kongresa Amerîkayê re got:

“Dema NATO biryar da ku çekan bide başûrê rojhilat, metirsiya bêîstiqrara herêmê heye.

Tişta dawî ku NATO pêwist dike ew e ku bi bêîstîqrarê li başûrê rojhilatê xwe re mijûl bibe.”

Mîtsotakis bang li Kongreyê kir ku di çareseriya pirsgirêka Qibrisê de rola xwe bilîze û ev tişt anî ziman:

“Ev hêrsa revîzyonîzma nostaljiyê (bêriya welat) ya împaratorî nikare bi ser bikeve.

Dema behsa êrîşkariyê tê kirin, ez dixwazim birîna vekirî ya ku êşê li serê we dixist bi bîr bînin.

Helenîzma 48 salên dawî.

Dagirkirina Qibrisê û encamên wê.

Ez qala perçebûnê dikim.”

Back to top button