Swêd û Fînlandiya serlêdana fermî ya ji bo NATO kirin

Du welatên Skandînavyayê ji bo endamtiya NATOyê li Brukselê serlêdanên xwe pêşkêşî Sekreterê Giştî yê NATO Stoltenberg kirin.
Ligel vetoya Tirkiyê jî welatên hevpeyman di vê pêvajoyê de pirsgirêkê nabînin.
Li dijî beşdarbûna Swêd û Fînlandiya ya ji bo NATO, Moskow xwe ji karanîna gotinên tuj direvîne.

Swêd û Fînlandiyayê îro di merasîmeke li baregeha NATO ya li Brukselê de bi fermî serlêdana endametiya xwe di Hevpeymaniyê de kirin.

Balyozên her du welatan belgeyên serîlêdanê yên pêwîst pêşkêşî Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg kirin.

Jens Stoltenberg, di axaftina xwe ya li merasîmê de got,

“Ev kêliyeke dîrokî ye ku divê em binirxînin.

Ez serlêdana Fînlandiya û Swêdê ya ji bo endamtiya NATOyê silav dikim.”

Her du welatên Skandînavyayê ku heta demekê berê bi awayekî kevneşopî xeteke bêalî ya leşkerî dişopandin, piştî êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê helwesta xwe guhert û rêya endamtiya NATOyê hilbijart.

Lê her çendî berî niha Sekreterê Giştî Stoltenberg gotibû ku ev her du welat wê bi lez bibin endam jî, lê dijberiya Tirkiyê ya li hember van endamtiyan, vê gavê di derbarê dewamiya pêvajoyê de nezelaliyê tîne.

Stoltenberg: Em bi biryarin ku bigihin encamekê

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg anî ziman ku ew di wê baweriyê de ne ku wê pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re bên derbaskirin û got,

“Em bi biryar in ku hemû pirsgirêkan çareser bikin û bi lez bigihêjin çareseriyê.”

Stoltenberg diyar kir ku wan di vî warî de ji endamên din ên hevpeymanê piştgirî girtine.

Almanya ku endameke din a NATOyê ye jî li ser wê yekê difikire ku Swêd û Fînlandiya tevî dijderketina Tirkiyê bê pirsgirêk tevlî Hevpeymaniyê bibin.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock beriya niha daxwaz kiribû ji bo ku dema di navbera serlêdana endamtiyê û endamtiyê de herî kêm bê girtin, pêvajo bi lez bê meşandin.

Derdorên dîplomatîk dibêjin ku pêvajoya endametiyê di nav çend hefteyan de bi dawî dibe, lê dibe ku pêvajoya endamtiyê ya di parlamentoya 30 welatên endamên NATO de hata salekê jî dirêj bike.

Erdogan ji bo endamtiya Swêd û Fînlandiya li pey bazaran e

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan li dijî endambûna van her du welatan di NATOyê de derdikeve.

Li gorî Wezîrê Karên Derve yê Luksemburgê Jean Asselborn, armanca sereke ya Erdogan ew e ku vê mijarê di kirîna balafirên şer ên Amerîkayê de weke lûtke bikar bîne.

Rûsya ji daxuyaniyên tund yên bo NATO dûr dikeve

Li aliyê din Rûsya ji daxuyaniyên tund ên li ser endamtiya muhtemel a herdu welatan dûr dikeve.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov doh li ser mijarê axivî û got,

Swêd û Fînlandiya beriya niha bi demeke dirêj beşdarî tetbîqatên NATOyê bûne û endamtiya wan a NATOyê di vî warî de ti ferqeke mezin çênake.

Back to top button