ŞERVANÊ HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ MÎTAN QAMIŞLO LI QAMIŞLO JI ALIYÊ SEDAN VE HAT OXIRKIRIN

Bi hezaran ji şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Mîtan Qamişlo li goristana şehîd Delîl Sarûxan oxirkirin.

Di merasîmê de nasnameya şervaneke YPJ’ê ku di berxwedana serdemê de şehîd bibû hate eşkerekirin.

Şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Colo Mihemed Sîrac Ebas bi nasnav Mîtan Qamişlo li Hesekê şehîd bû.

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê şehîd ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana şehîd Delîl Sarûxan ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê YPJ’ê û Malbata Şehîd axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn cangoriyên azadiyê bi bîr anîn û soza şopandina xeta şehîdan nû kirin.

Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şervana YPJ’ê Nofa Hisên bi nasnav Agirî Qamişlo ku 3’yê Adara 2018’an di berxwedana Serdemê de şehîd bibû eşkere kir.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyê şehîd di nava slogan û tililiyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button