Stranên Kurdî tên qedexekirin, nivîsên bi Kurdî tên daxistin

Li Tirkiyê faşîzm û nijadperestiya li dijî Kurdan roj bi roj zêde dibe. Faşîzm hatiye wê astê ku êdî tehemula zimanê Kurdî jî nakin.
Stranên bi Kurdî tên qedexekirin, destûr nayê dayîn ku şanoyên Kurdî bên pêşkêşkirin. Çi lewheyên ku Kurdî li ser hatibû nivîsandin hemû hatin daxistin.
Çend mînakên vê faşîzm û nijadperestiyê di van rojên dawiyê de hat dîtin.

Li Tirkiyê, faşîzm û nijadeperestiya li dijî Kurdan di serdema desthilata AKP-MHP’ê de derkete asta herî jor.

Dewleta Tirk a ku qaşo dibêje Kurd xwişk û birayên me ne ji nasnameya wê bigre heta xwendina straneke bi Kurdî qedexe dike.

Mînaka vê yekê berî çend rojan deket holê.

Hunermenda Kurd Aynûr Dogan wê 20’ê Gulanê li Bajarê Tirkiyê Kocaeliyê konserek bida.

Lê Konser ji aliyê Şaredariya Derîncê a Kocaeliyê ve hate betalkirin.

Şaredariya Tirk sedema betalkirina Konserê jî wek negirtina destûrên pêwîst nîşanda.

Beramberî vê daxuyaniya Şaredariyê karsaza organîzsayonê daxuyaniyek da got:

Tevî hemû desturên pêwîst hatibûn girtin jî konser hate îptal kirin û ev yek derewand.

Di raya giştî a Kurd û Tirk de ev yek rastî bertekên tund hat.

Parlementera Partiya Muxalîf a Tirk- CHP’ê Nurhayat Altaca jî di meclîsê de bal kişand ser vê yekê

Parlementer Nurhayat ewil stranek bi zimanê îngîlîzî got û diyar kir ew dikarin stranên biyanî bêjin lê ew nikarin bi zimanê Kurdî Stranan bêjin.

Parlementera CHP’ê Nurhayat Altaca piştre strana Aynûr Dogan a Dar hêjîrokê got û bertek li dijî qedexekirina li ser zimanê kurdî da.

Têkildarî qedexekirina konserê Hunermenda Kurd Aynûr dogan jî li ser hesabê xwe yê twîterê nerazîbûn nîşan da û bal kişand ser polîtîkayên nîjadperest yên li ser gelê Kurd.

Aynur Dogan got:

“Em ne kîsên kumêne ku ji bo hûn zendên xwe li ser me xurt bikin.”

Bertekên li dijî betalkirina konsera Aynur Dogan didomin.

Tevî vê yekê jî li heman bajarê vê carê ji aliyê walitiya Kocaeliyê ve qedexeyek din li ser şanoyeke kurdî hat.

Lîstîka bi navê “Don Kîşot” ku ji aliyê şanoya bajer a Amedê ve hatibû organîzekirin û wê bihata pêşkêşkirin hate betalkirin.

Back to top button