HPG: Li Zap û Avaşînê 14 leşkerên Tirk hatin cezakirin

HPG’ê ragihand li herêma Zap û Avaşînê jî hêzên gerîla derbên giran li dagirkeran xistin.
Hat diyar kirin di çalakiyan de 14 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin.
Her wiha HPG’ê diyar kir artêşa Tirk ku li hember berxwedana gerîla bê çare maye, 17’ê Gulanê li dijî qadên berxwedanê yên gerîla 44 caran bi çekên kîmyewî êriş pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer û berxwedana gerîla ya li herêmên Zap û Avaşînê û êrişên artêşa Tirk ya dagirker de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla yên li qadên berxwedanê hem şêwazê şer yê bi tîmên gerok û hem jî şêwazê şerê mewzî û tunelan bi taktîkên dewlemend pêk tîne û wiha got,

“Hêzên me hesabên dagirkeran xirab dikin û însîyatîfa li qadên berxwedanê di destê xwe de digirin. Hêzên dagirker yên ku li dijî berxwedana gerîla bê çare mane herdem li dijî mewzî û tunelên şer bi giranî çekên kîmyewî bikartînin.

Dewleta Tirk bi awayekî nemerdane her roj bi dehan caran çekên kîmyewî bikartîne. Divê ev weke êrişên ji rêzê û ev sûcê şer normal neyê dîtin.

Artêşa Tirk ya dagirker her çi çekan bikarbîne jî wê ti carî nikaribe berxwedana dîrokî ya gerîla û îradeya fedayî ya Apocî bişkîne.”

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir:

“17’ê Gulanê li Qada Werxelê ya Avaşînê hêzên me li dijî dagirkerên ku dixwestin qadê bi çekên kîmyewî bombebaran bikin bi çekên giran çalakî pêk anîn. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin û 3 jî birînar bûn.

Dagirkerên ku ji ber van çalakiyan derbên giran xwarin qada Werxelê 15 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombebarankirin.

17’ê Gulanê hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer yên Kevirêkun ê li qada Şikefta Birîndaran ya herêma Zapê xistin. Di vê çalakiya sûîqastê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Heman rojê li qada Şikefta Birîndaran hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan ku dixwestin ber çeperên şer ve werin. Her wiha 2 dronên ku li ser qadê digeriyan jî hatin xistin.

Di saetên nîvro de jî hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li vê qadê xistin. Di encama van çalakiyan de 8 dagirker hatin cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûn.

Dîsa 17’ê Gulanê hêzên me li dagirkerên li qada Şehîd Şahîn xistin. Hêzên me di vê çalakiyê de çekên dijmin ku desterser kiribûn li dijî wan bikaranîn. Di vê çalakiyê de jî 3 dagirker hatin cezakirin.

Her wiha droneke ku li ser qadê digeriya jî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat xistin.

Dîsa heman rojê dagirkerên ku ji hêzên gerîla derbên giran xwarin li dijî çeperên şer yên li qada Şehîd Şahîn û Çiyayê Reş 29 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan êriş pêk anîn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 17’ê Gulanê Herêmên Zap û Metîna bi balafirên şer, helîkopterên êrişê û hawanan bi dehan caran hatin bombebarankirin.

Back to top button