Artêşa Rûsya gav bi gav kargeha Azovstalê kontrol dike

Artêşa Rûsya hêdî hêdî dilê serokê welat Putin xweş dike. Rûsya ragihand ku di nava 3 rojên dawî de, 80 jê birîndar nêzî hezar leşkerên Ukrayna yên li kargeha Azovstalê xwe radest kirine. Lê berdêla domandina şerê li Ukrayna, ji bo Rûsya giran dibe. Ji bo ev şer dewam bike, Rûsya rojane 300 milyon dolar xerc dike. Di vê navberê de, Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ji bo lêkolînkirina sûcê şer yê li welat timeke ji 42 kesan şand Ukrayna.

Li rojhilatê Ukrayna kêmek ji be, êdî xeyalên Moskow pêk tên.

Şerê herî dijwar yê li Mariupolê Serokê Rûsya Vladimir Putin bihêrs kiribû.

Di nava rojên dawiyê de, piştî danûstandinan, êdî leşkerên Ukrayna yên li kargeha Azovstal a Mariupolê xwe radestî hêzên Rûsya dikin.

Rûsya: 959 leşkerên Ukrayna yên li Azovstalê xwe radest kirin

Konaşenkov got, “Di nava rojê de, 29 ji wan birîndar 694 leşkerên Ukrayna xwe radestî wan kiriye.

Ji 16’ê Gulanê û heta niha jimara yên xwe radest kirî, 80 jê birîndar gihişt 959’an.”

Li gorî Rûsya heta niha,

172 balafir, 125 helîkopter, 3 hezar û 139 tank û maşîneyên zirxî yên Ukrayna hatine têkbirin.

Ukrayna: 28,300 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ukranyan jî ji aliyê xwe ve ragihand ku di nava rojê de, 400 leşkerên din yên Rûsya hatine kuştin.

28,300 leşkerên Rûsya hatine kuştin.

202 balafir, 167 helîkopter, hezar û 251 tankên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Ji bo şerê li Ukrayna Rûsya rojê 300 milyon dolar xerc dike

Di vê navberê de, aboriya Rûsya roj bi roj ji ber şerê li Ukrayna derbê dixwe.

Ligorî daneyên Bankên Fînansê yên Rûsyayê, di meha nîsanê de ji bo domandina şerê li Ukrayna rojane 300 milyon dolar hatiye xerckirin.

Di daneyan de hate xuyakirin ku ev mîktar, ji ya despêkirina rojên şer 2 qat zêdetir bûye.

ICI tîmeke lêkolînê ya ji 42 kesan pêk tê şand ukrayna

Serdozgerê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) ) Kerîm Xan ragihand ku tîmek lêkolînê ya ji 42 kesan pêk tê ku ji pisporên tiba edlî, personelên piştgirî û mufetîşan pêk tê şandin Ukrayna.

Tîm wê sûcên ku di bin daraza dadgehê de ne lêkolîn bikin.

Xan diyar kir ku Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) bi çalakiyan hewl dide qanûnê bike fonksîyonel û got, “Armanca me ew e ku bi edaletê mexdûriyeta kesên sax mane sivik bikin.”

Xan diyar kir ku heta niha ev komîteya herî mezin a lêkolînê ye ku wan şandî welatekî .

Back to top button