Çalakiya konvedanê ya li Dirbêsiyê di roja 3. de dewam dike

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên li dijî dagirkerî û xiyanet û hevkariya PDK’ê dewam dikin. Îro jî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin. Li Minbicê, Dirbêsiyê û Kobanê peyama bilindkirina têkoşîn û piştgiriya berxwedana gerîla hate dayîn.

Hêrs û nerazîbûnên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser başûrê Kurdisitanê zêde dibin.

Gelê herêmê ji bo helwesta xwe dijî van êrişan nîşan bidin di nava çalakiyan de ne.

Li Dirbêsiyê çalakiya konvedanê ya ji hêla Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarokê Sêgir hatiye destpêkirin, di roja sêyem de dewam dike.

Ciwan û endamên saziyên sivîl ên bajarokê Sêgir serdana konê çalakiyê kir.

Çalakî wê heta 20’ê mehê dewam bike.

Çalakiya konvedanê “Konê Berxwedanê” ya li Kobanê bi dawî bû

Li Kobanê çalakiya konvedanê ya li navçeya Şêranê ji bo piştgirîya berxwedana gerîla bi dawî bû.

Îro şêniyên navçe û bajarokên Kobanê serdana konê çalakiyê kirin û piştgirî dan hemleya serferberiyê ya ku tevgera Ciwanên Şoreşger ragihandiye.

Çalakiya konvedanê bi daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan bi dawî bû..

Wê hemleya serferberiyê li gund û bajarokên Kobanê dewam bike.

Ciwanên Minbicê li dijî êriş û dagirkeriyê daketin qadan

Li Minbicê jî , Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûrî ji bo şermezarkirina êrişan, li bajarokê Til Hodan meşek li dar xist.

Bi sedan ciwan tevî şênî tevlî meşê bûn.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Meclisa Bajarê Til Hodan daxuyanî hatin dayîn.

Di daxuyaniyan de hate gotin bi îradeya gelên herêmê wê planên dagirkeriya Tirk werin têkbirin.

Yekîtiya Jinên Ciwan li Minbicê dijî êrişan seferberî ragihand

Yekîtiya Jinên Ciwan li Minbicê jî ji bo şermezarkirina êrişên dijî gerîla daxuyanî da.

Yekîtiya Jinên Ciwan di daxuyaniya xwe ji bo piştgiriya berxwedana gerîla seferberî regihand.

Back to top button