Li herêma Cizîrê merasîmên bîranîna şehîdên Gulanê hatin lidarxistin

Li herêma Cizîrê bi boneya meha şehîdan, şehîdên ku di cih û demên cuda de şehîd bûne hatin bibrîanîn. Li Amûdê jî cenzayê Şervanê YPG’ê Agir Amûdê hat oxirkirin.

Li gelek deverên herêma bi boneya roja şehîdan şehîdên azadiyê hatin bibîranîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê 59 şehîdên ku di meha Gulanê de şehîd bûbûn bibîranî.

Merasîma bîranînê li Hola Reşo ya Mişêrfê hate lidarxistin.

Di merasîmê de Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan Sûzan Hesekê axivî û di şexsê şehîd Hakî Karer de hemû şehîdên azadiyê bibîranî.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatma Hisên got: “Hebûna me ya li vir bi saya şehîdan e.”

Merasîm bi pêşanda sinvizyonekê li ser şehîdan bi dawî bû.

Li Dirbêsiyê jî Meclisa Malbatên şehîdan merasîma bîranîna 27 şehîdan li darxist.

Di merasîmê de axaftin hatin kirin û ji herkesî hate xwestin ku destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bi destxistin biparêzin.

Li Şedadê merasîma bîranîna 50 şehîdên meha Gulanê pêk hat.

Di merasîmê de bal hate kişand ser şehadeta Hakî Karer.

Li Til Birak û Til Hemîsê jî merasîmên bîranînê hatin li darxistin.

Her wiha sinvizyonek li ser şehîdan hate pêşandan.

Li Tirbespiyê jî 46 şehîdên meha Nîsan û Gulanê li hola Siyahî hatin bibîranîn.

Li Çil Axa jî şehîd hatin bibîranîn.

Di merasimê de li ser jiyan û têkoşîna şehîdan axaftin hate kirin.

Her wiha sivizyonek li ser şehîdan hate pêşandan û wesîqeyên şehîdan hate xwendin.

Li Girkê Legê û Dêrikê jî 92 şehîd hatin bibîranîn.

Di merasîman de sinvizyonên li ser şehîdan hatin pêşandan û navê şehîdan hate xwendin.

Şervanê YPG’ê şehîd Agir Amûdê bi merasîmekê hate oxirkirin

Li aliyê din li navçeya Amûdê bi merasîmekê cenzayê Şervanê YPG’ê Agir Amûdê ku 16`ê Gulanê şehîd bûye, li Goristana Şehîd Îsmaîl hate oxirkirin.

Li Kobanê û Şehbayê ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê civîn hatin lidarxistin

Li Kobanê jî, ji bo roja şehîdan Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê civînek li navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar xist.

Civîn bi şahiyekê bi dawî bû.

Li Şehbayê jî, ji bo bîranîna şehîdan civînek bi malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê re li navçeya Ehdesê hate lidarxistin.

Back to top button