Îro 6’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê li bajarê Qamişlo hat vekirin.
Pêşengeh bi beşdarbûna bi dehan kes li Navenda Çand û Hunerê ya li Qamişlo ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hatiye vekirin.
Di pêşangehê de 139 tablo û 6 peykerên ku ji aliyê 139 şêwekaran ve hatine çêkirin, tên pêşandan.
Di pêşengehê de ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen û Cîgirê hevserokên Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilarê Sûriyê Ronahî Hesen diyar kir ku parastina çandê erka her kesî ye.
Her wiha, endamê Komîteya Aamadekar a Pêşangehê Mûnîr Şêxî jî diyar kir ku hejmara beşdarên pêşangehê ji salê borî zêdetir e û tabloyên wan îsal baştir in.
Tê payîn ku wê pêşengeh heta 3’ê rojan bidome.