AGIR BI ZEVIYÊN GUNDÊ HÎŞÊ Û YÊN DERDORÊ KET

Li herêm Bakur û Rojhilatê Sûrî ev demeke zevî ji agir xelas nabin.

Duh li navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Şewat ji gundê Hîşê derket û li gundên derdora wê berfirhe bû.

Tîmên agirkujê bi hevkariya şêniyan agir vedimirînin.

Hejayê bi bîr xistinê ku 16’ê Gulanê agir bi gundê Xirnataya Selmasayê yê başûrê navçeya Til Hemîsê ket.

Di encamê de derdora 60 donim zevî şewitîn.

Leave a Reply

Back to top button