Zekî Mihemed Çelebî jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Silêmaniyê welatiyê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî şeva borî li ber deriyê xwaringeha xwe ji aliyê MÎT’a Tirk û PDK’ê ve hatibû gulebarankirin. Welatî Zekî tevî hemû hewldanên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da.

Li Kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê welatiyê Bakurê Kurdistanê yê xwediyê Xwaringeha Deniz, Mihemed Zekî Çelebî derengiya şeva borî li ber xwaringeha xwe ji aliyê MÎT’a Tirk ve hat gulebarankirin.

Zekî Mihemed ku giran birîndar bibû, rakiribûn Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê.

Lê tevî hemû hewildanên bijîşkan, Zekî jiyana xwe ji destda.

Di saetên ber êvarî de ji bo wergirtina cenaze, heval û kesûkarên Mihemed Zekî li ber deriyê nexweşxaneyê kom bûn.

Back to top button