Sendîkaya Lokomotîf û Agirkujan a Îngilîstanê ji bo azadiya Ocalan bang kir

Yek ji sendîkayên herî mezin a Îngilîstanê, Sendîkayên Agirkujan û Endezyarên Lokomotîf (ASLEF) di kongreya xwe ya îsal de ji bo azadiya Rêber Ocalan bang kir.

Di kongreya îsal ya ASLEF a li bajarê Boûrnemoûth a Îngilîstanê hat lidarxistin de ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang hat kirin.

Gelek rêveberên sendîkayan, wekîl û nûnerên saziyên sivîl jî di kongrê de amade bûn.

Her wiha kongreya sendîkayê ku zêdeyî 25 hezar endamên wê hene posterên Rêber Ocalan hilgirtin û bi yek dengî “Ji Ocalan re Azadî” gotin.

Endamê Desteya Rêveber a ASLEF’ê Marz Colombînî di kongreyê de axivî û got:

“Weke ASLEF’ê em tevlî kampanya azadiya Ocalan bûn û ji bo dilsoziya bi Ocalan û gelê Kurd re posterên Ocalan radikin.”

Back to top button