Welatparêzê Kurd Mihemed Çelebî jiyana xwe ji dest da

Başûrê Kurdistan bûye navenda MÎT’ê.
Li bajarê Silêmaniyê welatiyê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî şeva 17’ê mehê li ber deriyê xwaringeha xwe ji aliyê MÎT’a Tirk û PDK’ê ve hatibû gulebarankirin.
Welatî Zekî tevî hemû hewldanên bijîşkan jî jiyana xwe ji dest da.

Piştî Çelebî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî ji bo Saziya Tiba Edlî ya Silêmaniyê hat rakirin

Malbata Zekî û hevalên wî bi dirûşmeyên “Bimire xiyanet” û “Şehîd namirin” êriş şermezar kirin

Li vir li ser navê Komeleya Karkerên Mezopotamya Mûsa Çîftçî daxuyaniyek da û got:

“Çelebî penabereke siyasî bû. Başûr bûye cihê MÎT’ê beriya niha jî çend encamê me gulebaran kirin, divê hikûmeta herêmê pêşî êrişên bi vî rengî bigre.

Piştre hevjîna Zekî Mihemed Çelebî axivî û got: “Berpirsê vê êrîşa terorî hikûmeta herêmê ye. Ez bang li hikûmeta herêmê û asayîşê dikim ku demildest vê êrîşa terorî zelal bikin û kujer werin darizandin.

Tê payîn ku cenazeyê Zekî Mihemed Çelebî bibin Bakurê Kurdistanê.

Back to top button