2 KEŞTIYÊN ŞER ÊN MEZIN Û 14 FIROKE GIHAŞTIN BAREGEHA HIMÊMÎM

Di vê der barê de, nakokiyên navbera hevkarên Idlibê, ango Rûsya û Tirkiye zêde dibin.

Hesabên Erdogan şaş derketin û êdî dest bi temendandinê kiriye.

Despêk jî, êrîşa li dijî noqteya Tirk li Idlibê bû.

Asta şer û pevçûnan li bakur-rojavayî Sûriyê rojane bilind dibe.

Di nava gurbûna rewşa şer û zêdekirina bombekirin û topbaranan de, Rûsya amadekariyên şerekî ji yê niha mezintir dike.

Hat zanîn ku 2 keştiyên şer ên mezin ku bi melzemeyên leşkerî barkirî bûn, gihaştin bendergeha bajarê Tertûsê.

Ji bilî keştiyan jî, herî kêm 14 firokeyên leşkerî duh roja Înê gihaştin baregeha Himêmîm li parêzgeha Lazqiyê.

Ev jî, li gorî çavdêran, nîşaneyên bilindkirina asta şerê Idlibê ye.

Duh di daxuyaniya xwe de, serokê Rûsyayê Vladimir Putin gotibû ku armanca sereke ya Rûsyayê têkbirina terorîstan e.

Li aliyekî din, serokê dewleta Tirk a dagirker Receb Tayyip Erdogan got ku êrîşa li dijî noqteya çavdêriyê li Idlibê wê bê bersiv nemîne.

Erdogan di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ew ê li hember êrîşên rêjîma Sûrî bêdeng nemînin.

Roja Pênşemê noqteyek çavdêriyê ya dagirkeriya Tirk li Idlibê ji aliyê hêzên rêjîma Sûrî ve hatibû hedefgirtin

DI ŞERÊ SIBEHA ÎROJ DE 7 ÇETEYÊN DEWLETA TIRK Û 9 LEŞRKÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN

Li ser erdê jî, ji danê sibehê ve li aliyê El-Cibîn û Tel Milih ên bakur-rojavayî Hemayê şerên giran rû didin.

Li tenişta şer û pevçûnên li ser erdê jî, firokeyên rêjîmê nêzî 29 êrîşên ezmanî sibeha îroj pêk anîn.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, di encamê de 7 çeteyên dewleta Tirk û 9 leşkerên rêjîma Sûrî hatin kuştin.

Tevî ku qaşo agirbestek hatiye ragihandin jî, lê duh nêzî 40 êrîşên ezmanî li dijî herêmên navbera Idlib û Hemayê hatin pêkanîn.

Leave a Reply

Back to top button