Hevdîtinên şandeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûiryê li başûrê Kurdistanê didomin.
Şandeyê li Silêmaniyê bi partiyan re hevdîtin pêk anîn.
Şandeyê di çarçoveya serdana xwe ya li Silêmanêyê, duh serdana Partiya Sosyalîst a Demokratîk ya Kurdistanê, Komela Dadgerî ya Kurdistanê û Hizba Komunîsta Kurdistanê (Hizba Şîu) kir.
Şande ji aliyê partiyan hatin pêşwazî kirin û bi hev re civiyan.
Di civînê de yekîtiya gelê kurd, nîşandana helwesta li dijî dagirkeriya Tirk û parastiyan destkeftiyên gelê kurd hatin nîqaşkirin.
Pişt ku civîn bi dawî bû Cîgirê Hevserotiya Rêveberiya Xweser Bedran Çiyakurd axivî û got:
“Nabe hin aliyên kurd bibin hevkarê plan û siyaseta dagirkeriyê.
Pêwîste gelê Kurd û hêz helwestek hevbeş li dijî dagirkeriyê nîşan bidin.”
Berî niha jî şande bi YNK, Nifşê Nû û Tevgera Goran re civiya bûn.