HPG: LI AVAŞÎN Û BESTA 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Gerîlayên azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk çalakiyên xwe yên bibandor zêde dikin.

HPG’ê ragihandin ku hêzên Gerîla li navçeya Çelê, Avaşîn û herêma Bestayê çalakî pêk anîn.

Di van çalakiyan de bi qasî hat zelalkirin 4 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Navenda Ragihnadin û Çapemenî ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hêzên Gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parvekirin:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de rêzeçalakî hatin lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de;

12’ê Hezîranê gerîlayan li Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn çalakiyek sekvanî pêk anîn û leşkerek hat kuştin.

13’ê Hezîranê gerîlayan careke din li heman herêmê yekîneyên artêşa dagirker kir hedef.

Bi serketî li yekîneyê hat xistin û di çalakiyê de leşkerek din hate kuştin.

14’ê Hezîranê jî li Girê Şehîd Bager ê navçeya Çelê gerîlayan li leşkerên artêşa Tirk a dagirker dan.

Lê derbarê kuştî û birîndarên dagirkeriya dewleta tirk de agahiyên zelal ne hatin bidestxistin.

Heman rojê gerîlayan panelên rojê, kamerayên mobese û gelek alavên leşkerî yên artêşa Tirk li Girê Devê Masî yê Çelê îmha kirin.

Di çarçoveya pêngava tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de roja 14’ê Hezîranê gerîlayan li dijî leşkerê li ser girê Deriyê Beroj ê li herêma Şehrîban a Bestayê, çalakiyek pêk anîn.

Di vê çalakiya ku derbên giran li leşkerên dagirker hatin xistin û 2 leşker jî hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemenî ya HPG’ê têkidlarî êrîşên hewayî jî ev agahî dan.

“12’ê Hezîranê balafirên şer ên artêşa dagirker gundê Yekmalê yê li herêma Metînayê bombebaran kir.

Di encamê de ziyan gihişt bax û milkê şêniyan.

13 û 14 Hezîranê jî herêma Şehîd Bêrîtan û Şehîd Şerîf a Xakurkê bombebarankirin.

Di êrîşa li herêma Şehîd Baran de 2 gerîla şehîd bûn.

Leave a Reply

Back to top button