Partiyên siyasî yên herêmê: Divê civaka navnetewî li dijî Guhertina Demografîk bikeve tevgerê

Partiyên Kurd, Ereb û Suryan ên navçeya Tirbespiyê bal kişandin li ser siyaseta mêtingeriyê ya dewleta Tirk û eşkere kirin dewleta Tirk hewl dide sîstema demokratîk ya herêmê têk bibe. Partiyan bang li civaka navnetewî kirin ku li dijî planên dewleta Tirk ên guhertina demografiya herêmê, bikevin tevgerê.

Dewleta Tirk a dagirker li herêmên Sûriyê ku dagir kirine, guhertina demografiya herêmê didomîne.

Li dijî vê yekê jî nerazîbûn zêde dibin.

Partiyên siyasî yên li navçeya Tirbespiyê ji bo şermezarkirina êrîşên dewlet Tirk û guhertina demografiya herêmê, li pêş Navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), daxuyaniyek dan.

Di daxuyaniyê de kiryarên dewlet Tirk hatin şermezarkirin û wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk siyasetên xwe yên faşîst û nîjadperest li dijî gelên herêmê û pêkhateyên wê, bi taybet jî li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewam dike.”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk armanc dike ku projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ku temsîla vîna gelên Kurd, Ereb û Suryan dikin, derb bike.

Derbarê projeyên guhertina demografîk ku dewlet Tirk li herêmên Sûriyê yên ku dagir kirine, pêk tîne wiha hat gotin:

“Dagirkeriya Tirk di vê dawiyê de avahiyên mêtingehiyê li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ava kirin da ku penaberên Sûrî li wan avahiyan bi cih bike.

Ev yek jî bi armanca guhartina demografiya herêmê pêk tê.”

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk bikevin tevgerê.

Partiyên îmze danîne binê daxuyaniyê ev in;

Partiya Yekitiya Suryan

Partiya Nûjen û Demokratîk

Partiya Muhafizekaran

Partiya Roj a Demokratîk a Kurdistanê

Partiya Kesk a Demokratîk

Partiya Avakirin û Pêşxistinê ya Sûrî

Partiya Aştiyê ya Demokratîk

Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî)

Desteya Nîştimanî ya Erebî

Partiya Yekitiya Demokratîk

Back to top button