Şêniyên Til Hemîs û Til Temirê dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan daketin qadan

Li dijî tecrîda girnakirî ya li ser Rêber Ocalan, Til Hemîs û Til Temirê gel daketin qadan. Di meş û çalakiyan de hate diyar kirin ji bo azadiya Rêber Apo ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Bi sedan şêniyên Til Hemîsê ya bi ser kantona Qamişlo ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Ocalan meşiyan.

Piştî meş veguherî mitîngê, li ser navê meclisa navçeyê û Partiya Yekîtiya Demokratîk axaftin hate kirin û bêdengiya civaka navneteweyî li dijî tecrîdê hate şermezarkirin.

Şêniyên navçeya Til Temirê jî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî û rêxistinên hiqûqî hate kirin tecrîda li ser Rêber Ocalan bi dawî bikin.

Hat diyar kirin ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Rêber Ocalan ew ê têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button