TEMELLÎ: DI 23’Ê HEZÎRANÊ DE TERCÎHA GEL DIYAR E

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezai Temellî diyar kir ku ji bo hilbijartina serokê şaredariya Stenbolê tercîha wan diyar e û got; Em dixwazin di 23’ê Hezîranê de di sindoqê de demokrasî, aşitî, muzakera derbikeve

Sezai Temellî têkildarî hilbijartinê li Oteleke Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê da û wiha got:

Demek pir kurt ji hilbijartinê re ma.

Niqaşên hilbijartinê hêj didomin.

Zextên li ser HDP’ê jî didomin.

Her kes dizane hemû niqaşên li ser HDP’ê bêyî HDP’ê tên kirin.

Di hilbijartina 23’ê Hezîranê de bijartina gelê me pir zelal e.

Em bang li hemû hilbijêr û gelê xwe dikin û dibêjin:

23’ê Hezîranê hûn li ku dibin bibin biçin ser sindoqan û teqez dengê xwe bidin.

Biçin ser sindoqan da ku ji sindoqan demokrasî aştî û muzakere derkevin.

Leave a Reply

Back to top button