Koma duyem a penaberên Sûrî derbasî Girê Spî hat kirin

Dagirkeriya Tirk êdî dest bi pêkanîna plana xwe ya vegerandina 1 mîlyon koçberên Sûrî li herêmên dagirkirî kiriye.
Dewleta Tirk koma duyem a penaberan li Girê Spî ya dagirkirî bi cih kir.

Li gor ajansa Hawarê dewleta dagirker koma duyemîn a penaberan li malên nêzî birca kehrebê bi cih kirine.

Heman çavkaniyê diyar kir ku meclisa xwecehî ya ser bi dagirkeriyê ve, hemwextî bicihkirina penaberan, xwediyên malên nêzî burca kehrebe ya nêzî çerxerêya Elem agahdar kirine ku malên xwe biterikînin.

Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin, Tirkiyê soz daye penaberan ku li girê Spî bi cih bûne wê nasnameya Tirkî heta 4 salan bide wan.

Di heman demê de perwerdeya xwe li gorî meteryalên tirkî temam bikin û desteka diravî bidin wan.

14’ê mehê beşa yekem a penaberên Sûriyê ku ji 100 kesên ji Himus, Heleb, Idlib û Xûtaya Rojhilat a Şamê pêk dihat, li taxên Lêl û Îskan di malên kurdên ku hatine koçberkirin, hatin bicihkirin

Back to top button