Ciwanên Til Birakê li dijî êrişan meşeiyan

Li Til Birak Ciwanên Şoreşger ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û siyasetên guhertina demografî ku li herêmên dagirkirî têne kirin meşek bi meşeleyan li dar xist.

Meş ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Til Birak a kantona Qamişlo dest pê kir.

Bi dehan şêniyên navçeyê tev li meşê bûn, nerazîbûn nîşanî siyasetên dewleta Tirk û guhertina demografî dan.

Meş li Çerxerêya Şehîdan a navenda navçeyê veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Til Birakê Tariq El-Ebdullah axivî, siyasetên dijminahî yên li dijî gelê Sûriyê şermezar kir.

Tariq El-Ebdullah êriş şermezar kir û got:

“Armanca dewleta Tirk ku îradeya me têk bibe û projeya neteweya demokratîk ku hemû pêkhateyan digre nava xwe bi bin bixe.”

El-Ebdullah di dawiyê de banga li hemû ciwanan kir ku li dijî êrişan bi erka xwe rabin.

Back to top button