”Ji 17’ê Gulanê heta 22’ê Hezîranê dê çalakî pêk werin”

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk, xiyaneta PDK’ê û tecrîda li ser Rêber Apo çalakî dewam dikin.
Di vê derbarê de li herêma Cizîrê ji 17 Gulanê ve çalakî dest pê kirin û dê heta 22’ê Hezîranê bidomin.

Çalakî bi slogana “Bi vîna gel û gerîla em ê dagirkerî û îxanetê têk bibin’ tên lidarxistin.

Der barê mijarê de endama komîteya amadekar a çalakiyan Ahîn Elî ji ANHA’yê re axivî û got:

“Xelkê herêma Cizîrê wê li li hemberî dagirkeriya Tirk, xiyaneta PDK’ê û tecrîda li ser Rêber Apo dakevin qadan.

Çalakî wê 17’ê Gulanê heta 22’yê Hezîranê dewam bikin.

Dê di 22’ê Gulanê de li Dêrikê konê çalakiyê bê vedan û heta 25’ê Gulanê dewam bike.

Di vê pêvajoyê de dê meşên girseyî li hemû bajaran werin li darxistin.”

Ahîn Elî bang li hemû şêniyên herêma Cizîrê kir ku bi awayeke girseyî beşdarî çalakiyan bibin.

Back to top button